Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Nîjerya Çekdaran 27 Xwendekar ji Dibistanekê Revandin


Navên xwendevanên ku pênc sal berê ji hêla serhildana Boko Haram ve hatine revandin (Arşîv)
Navên xwendevanên ku pênc sal berê ji hêla serhildana Boko Haram ve hatine revandin (Arşîv)

Berdevka eyaleta Nîjer ya welatê Nîjerya, Çarşemî dîyar kir ku komeke çekdarên ku nasnamên wan nayên zanîn di êrîşeke şevê de ya li dijî dibistana navîn ya li heremê Kagara, 27 xwendevan û hin karmend û herwiha endamên malbatên wan, revandine.

Welatîyên herêmê ragihandin ku êrîşkaran li dora saet 2'yê şevê de avêtin ser kolêja Zanistî ya Hikûmetê ya li bajaroka Kagara.

Walîyê eyaletê ferman da ku dibistanên şevînî yên li herêmê demûdest werin girtin. Berpirsiyarên êrîşê heya niha nehatîye zelal kirin.

Serokê Nîjerya Mihemedu Buharî bûyer şermezar kir û berpirsên ewlehîyê jibo xebatên rizgarkirinê şand heremê.

Koma îslamî ya çekdar Boko Haram û şaxek DAIŞ'ê li bakurê Nîjerya çalak in, lê revandina ji hêla komên çekdar yên din ve - bi piranî bi armanca wergirtina seraneyê- fîdyeyê tên encam dan.

Çekdaran du meh berê jî, êrîşî dibistana navîn ya li eyaleta bakurê rojavayê Katsina kiri û nêzê 350 xwendevanên kur revandbûn, ku pişt re ji hêla hêzên ewlehîyê ve hatin rizgarkirin.

Nêzî 100ê zêdetir ji xwendevanên keçik hên jî windane yên ku Boko Haram ji bajarê Chibok di 2014'de ku hejmara wan 270ê keç bûn, revandibû.

Êrîşên bi vî rengî fîkarên di derbarê zêdebûna şîdeta ji hêla serhildêrên îslamîst û çeteyên çekdar ve zêde dike û rexneyên berfireh yên li ser rêveberiya ewlehîya neteweyî ya serokê welat Buharî, xurttir dike.

Serok Buharî di Berfanbara 2021'an de serfermanderekî leşkerî yê nû erkdar kir.

Şîdet û bêewlehî, pirsgirêkên aboriyê yên welatiyên li dewleta herî qelebalix ya Afrîkayê zêdetir kir, ku bi daketina dahatan ya jiber hilweşîna buhayên petrolê ya bi sedema pandemîya COVID-19 têkoşînek mezin dikin.

XS
SM
MD
LG