Karbidestên Srî Lankayî, di çarçoveya qanûna awarte ya piştî êrîşên terorîstî ya Roja Rabûnê (Easter) de îro Duşemê li jinan qedexe kir ku rûbend anku nîqab li xwe kin.
Biryar dê alîkarîya hêzên ewlekarîyê bike ku nasnameya bergumanên êrîşên terorîstî û piştvanên wan bi hêsanî zelal bikin ku vê gavê revok in.
Karbidestan hişyarî da ku mîlîtanên ku êrîşên 21’ê Nîsanê li dar xistine, di nav mînîbusekê de ne û bi kincên leşkerî yên fermî, êrîşên nû li hember otel û dêran plan dikin.
Di êrîşan de ku li hember otel û dêran li Kolombo ya paytext û li Batticaloa ya li rojhilata Srî Lanka qewimîbûn, 253 kes hatibûn kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûbûn.