Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de Herî Kêm 60 Kes li Nîjerê Hatine Kuştin


Karbidestên hikûmeta herêmî îro Duşemê dîyar kirin ku di encama êrîşeke çekdarî ya li başûrê rojavayê Nîjerê ya roja Yekşemê de herî kêm 60 kes hatine kuştin.

Êrîşkaran avêtinê ser sê gundên li herêma Tahoua ya li ser sînorê Malî.

Çavkanîyekî ewlehîyê, Dewleta Îslamî (DAİŞ) tawanbar kir, ku hevkarê rexistinê yê herêmî li vê herêmê çalak e.

Alfouzazi Issintag, şaredarê herema Tillia, ku ev sê gund girêdayî wê ne, ji Reuters re got nêzê 60 kuştî hene lê hêj hêjmara dawî ne dîyar e.

Hevdem, rêberekî gund li herêmê ku nexwestîye navê wî were eşkere kirin hejmara kesên kuştî dora 70 kesan ragihand.

Tundîtûjî ya li vê heremê perçeyek ji krîzekî ewlehî ya berfirehtir ya li seranserê herêma Sahel ya Afrîkaya Rojava ye.

Li herêma Sahel ya Afrîkaya Rojava bi sedema hebûna mîlîtanên bi el- Qaîde, DAIŞ û mîlîtanên etnîkî bûyerên tundîtûjîyê bi rêjeyeke bilind pêk tên.





Raporekî Ajansa Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) dibêje ku êrîşên roja Yekşemê dibe ku tolhildana girtinên kesên bi gumanbarî ya endamên komên çekdar in li heremê bibe.


Êrîşkarên nenaskirî Duşema borî jî li herêma nêzê Tillabery herî kêm 58 gundî kuştibûn.



XS
SM
MD
LG