Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korya Bakur Huşdariya Berdewamkirina Pêşketinên Navokî Dide


Korya Bakur huşdarî da ku wê siyaseta dewletê vejîne li dor bihêzkirina hêza xwe ya navokî eger Amerîka cezayên abûrî yên dijî wê raneke.

Daxuyaniya wezareta derve ya Korya Bakur got Korya Bakur dikare pilana dewletê “pyongjin” a pêşxistina hêzên xwe yên navokî û vewejandina abûrî di heman demê de, vegerîne eger Amerîka helwesta xwe neguhere.

Di hevdîtinekê de li gel tilfizyona Fox News, wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo got ew pilan dike hefteya bê li gel hevtayê xwe yê Korya Bakur biaxive.

Piştî zincîrek tecrûbeyên moşekan û gurkirina navokî, serokê Korya Bakur Kim Jong Un ber bi şêwazê dîplomatîk ve çû dema li gel serokê Amerîka Donald Trump û serokê Korya Başûr Moon Jae-in kombûn pêk anîn.

XS
SM
MD
LG