Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî derbarê şewitîna Bazara Lenge ya Hewlêrê û zarar û herwiha sedemên şewatê daxuyanîyên taybet da Dengê Amerîka.
Hadî dibêje ku xwedîyên cîhên şewitî wê dîkanên xwe dîsa çêkin û bi awayekî baştir û bilindtir ava bikin û Hikûmeta Herêma Kurdîstanê jî wê sîstema av û elektrîkê û rêyên bazarê çêke.
Hadî dide zanîn ku sedema sereke ya şewitîna pirsgirêkeke elektrîkî bû.
“Emê lijneyan çêkin ku ji kesên cûda cûda yên wek xwedîyê mulk, kirêdar, herwiha mêz û erebecîyan pêk tê. Emê bi lez ew bazar vekin ku xelik kar û kasibîya xwe dîsa bike.”
Li dor mijara zararên madî ku bi çend hezar dolaran tê texmîn kirin, Hadî got ku kesên pispor wê dîraseta vê mijarê bikin û nabe ku herkes teqîmê ji xwe re bike.
Hadî herwiha got ku girêbendên dîkandaran bo 10 salan hatine dirêj kirin û berîya wê bûyerê çêbûye û ewê her li cihê xwe biminin û dîkan yên wan in.