Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Napolitano: Tu Nexşeyeke Êrîşên Salvegera 11'ê Îlonê Nehatiye Dîtin


Piştî êrîşên terorîstî dûkeê ji Navenda Bazirganîya Cîhanî ya li New Yorkê bilind dibin
Piştî êrîşên terorîstî dûkeê ji Navenda Bazirganîya Cîhanî ya li New Yorkê bilind dibin

Wezîra Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîkî Janet Napolitano dibêje, "îstîxbareteke pêbawer" tune ye ku El Qayde yan hevalbendeke wê, di dehemîn salvegera êrîşên terorîstî yên 11’ê Îlonê ya 2001’ê de, hazirîya êrîşên li dijî Amerîkayê dikin.

Lê, Xanim Napolitano dibêje, ew dîsa jî di hişyarîyê de ne. Daxuyanîya wê ya Înîyê got, pîvanên ewlekarîyê hatine danan da ku planên êrîşan derêxin û pêşî li wan bigirin.

Ajansên ewlekarîyê li seranser Amerîkayê, ku li nav wan New York jî heye, pîvanên xwe jibo ewlekarîyê qayimtir dikin.

Nêzîkî 3.000 kes hatibûn kuştin, gava terorîstên El Qaydeyê 4 firokên Amerîkî revandibûn û li ser Navenda Bazirganîya Cîhanî ya li New Yorkê û li ser Pentagonê û gêr kirîbûn.

Firoka çaran jî li eyaleta Pennsylvania ketibû xwarê, dema karmendên firokê şerî terorîstan kirîbû.

XS
SM
MD
LG