Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad bo Sîvîlên Efrînê Bang li Civaka Navneteweyî Dike


Balyoza Nêtpakîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Nadia Murad ji ser Twitterê bang li civaka navneteweyî kir ku li sîvîlên Efrînê xwedî derkeve.

Nadia Murad dîyar kir ku divê Tirkîye operasyonên xwe yên dijî Efrînê rawestîne û bang li NY, Wezareta Derve ya Amerîka û Wezareta Derve ya Rûsya kir ku rê li ber kuştina sîvîlan bigirin.

Nadia Murad da zanîn ku divê hemî alîyên Sûrîyê bala xwe bidin ser têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku ew careke din mezin nebe.

Nadia Murad bi bîr xist ku gelek kes û komên xwe bo banga alîkarîya xwe digêhînin wê kes û komên ku dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirine ne û ji civaka navneteweyî xwest ku alîkarîya wan bikin.

XS
SM
MD
LG