Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nadia Murad Xelata Hillary Clinton ya bo Pêşxistina Jinan di Aştî û Ewlehî de Wergirt


Hillary Clinton û Nadia Murad
Hillary Clinton û Nadia Murad

Bizavkara mafên Êzîdîyan Nadiya Murad, Xelata Hillary Clinton ya bo Pêşxistina Jinan di Aştî û Ewlehî de wergirt.

Murad ligel bizavkara Rohingyayî Wai Wai Nu hejayî xelata 2018’an hate dîtin. Merasîma xelatdayînê li Enstîtuya Georgetown ya Aştî û Ewlehîya Jinan li Zanîngeha li Washington pêk hat û wezîra derve ya berê Hillary Clinton xelat pêşkêş kir.

Murad jibo karê wê yê di hewlên damezrandina dadgeheke navnetewî jibo dadgehkirina tawanbarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ew xelat wergirt.

Murad vê gavê wek balyoza nîyazpakî ya Neteweyên Yekbûyî ya jibo kerameta rizgarbûyên qaçaxçîtîya bi mirovan li cîhanê xîzmet dike.

Ew bi xwe mexdura jenosîda Şengalê ye û jibo alîkarîya qurbanîyên DAIŞ’ê xebatên xwe didomîne.

Ji bilî Murad û Wai Wai Nu, rojnamevana BBC Lyse Doucet jî hate xelat kirin.

XS
SM
MD
LG