Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Şerê Karabax Erdogan Soza Piştevaniya Baku Dide


Herêma Nagorno-Karabax
Herêma Nagorno-Karabax

Serokomarê Tirkiyê di çarçova şer û aloziyên di navbera Azerbaycan û Armeniya da bang li gelê Armenî dike ku li dij serkiridayetiya welat rawestin ya ku dê wan ber bi felaketê bibe, weke Erdogan dibeje.

Piştî şerên di navbera Azerbaycan û Armeniya rû dan li herêma nakokbar "Nagorno-Karabakh" ya di navbera herdu welatan da, Erdogan got"Ez bang li gelê Armenî dikim ku siberoja xwe bigrin dest û li dij serkirdayetiya xwe rawestin ya wan ber bi felaketê dibe û yên weke lîstokan tên bikar anîn, û em herwiha daxwaz ji hemû cîhanê dikîn li aliyê Azerbaycanê rawestin." Û wî got "Li dij dagîrkerî û şîdetê", Tirkye dê piştevanîya xwe ya ji bo Baku dom bike. Erdogan got.

Armeniya roja Yekşemê ragihand ku wan rewşa awarte ragihandîye û banga seferberiyê kirîye piştî ku şer di navbera herdu aliyan da derket, Tirkiyê ev tedbîr standina Armeniya şermezar kir û got ev azirandineke li dij Azerbaycanê.
Ji sala 2016an heta niha îro Yekşêmê şerên herî dijwar di navbera herdu rikeberan, Armenî û Azerîyan da li herêma Nagorno-Karabaxê derketin.

Erdogan di gotineke xwe da got gelê "Trikîyê weke her carê bi her awayî dê li pişta birayên xwe yên Azerî raweste."

Erdogan dîsan got, wî bi rêya telefonê têkilî bi serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev ra danîye.

Peyvdarê Serokatiya Trikiyê Ibrahim Kalin ji aliyê xwe ve bi "tundî" şerên îro derketîn şermezar kirin û got Armînyayê "Carek din yasaya navnetewî bin pê kir."

Dîmenên Şerê Karabaxê yên roja Yekşemê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:10 0:00

Fermandariya Artêşa Tirkiyê li ser aloziyên Karabxê di hesaba xwe ya fermî ya twêterê da, twîtek weşandiye dide zanî ku wezîrê Berevaniyê Halusî Akar bi rêya telefonê ligel hevpîşeyê xwe yê Azerbaycanî Zakir Hasanov axiftîye, Akar soza piştevaniya Tirkiyê bo Azerbaycanê daye hevpîşeyê xwe.

Çavakinyekê dîplomasî bê ku behsa horgilyan bike da zanîn ku wezîrê Dervey ê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê ligel hevpîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov li ser aloziyên li herêmê axivîne.

XS
SM
MD
LG