Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ermenistan li Ser Aloziyên li Karabaxê Tirkiyê Hişyar Dike


Nikol Pashinyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro Yekşemê bang li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe nexe nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Nagrono – Karabxê.

Ev hişdarî ya ji aliyê Serok hikûmetê Ermenistanê ve di wî çaxî da hat, dema ku serê sibeya Yekşemê şer di navbera Ermenistanê û Azerbycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar kirî.

Serokwezîr Pashnyan dibêje, rewşta Tirkiyê dê derencamên wêrankarî pêk bîne li herêma başûrê Qafqasiya û herêmên dewrûber.

Herdu aliyên şerker li herêma Karabxê didin zanîn ku kuştî hene, ev berdewamiya şerên salên 1990an da ye, li ser herêma nakokbar ya Nagorno – Karabxê, ku herêmeke cûda ye li nava Azerbaycanê lê ji aliyê Ermenistanê ve tê birêve birin, piştî derketina şer Armeniya rewşa awarte ragihandî ye û daxwaza seferberiyê ji zilaman kirîye.

Wezareta Berevaniya Azerbaycanê di daxuyaniyekê da ragihandî ye ku fermandarîya artêşa Azerbaycanê pêşnyar daye hêzên Ermenistanê li herêmê ku çekên xwe danin û xwe radest bikin, lê hêzên leşkerî yên li Karabaxê daxuyaniya Azerbaycanê weke pêzanînên xapîner wesif kirîne.

Di heman demê da Komîta Xaça Sor ya Navnetewî roja Yekşemê daxuyaniyek weşand û dibêje ew nerihetin jiber bandora alozyan li ser jiyana mirovan û bang li aliyan dike ku "tedbîrên pêdivî jibo rêzgirtina li jiyana sivîlan û jêrxanê bihê girtin."

Ji hejî bîrxistinê ye ku piştî derketina şeran di navbera aliyên nakokbar da li Karabaxê, serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotbû, ewê bi her awayî piştvaniya birayên xwe yên Azerbaycanî bikin û Baku destek bikin.

Herwiha Erdogan Serokomarê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu Wezîrê Derve û Halusî Akar Wezîrê Berevaniya Yekşemê bi rêya telefonê bi hevpîşeyên xwe yên Azerîbaycanî ra axiftbûn û soza piştevaniyê dabûn wan.

XS
SM
MD
LG