Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koça Dawî ya Necmedîn Kerîm, Parêzgarê Berê yê Kerkûkê


Dr. Necmedîn kerîm
Dr. Necmedîn kerîm

Parêzgarê berê yê Kerkûkê û endamê berê yê partîya Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê diktor Necmedîn Kerîm roja Înê di nexweşxaneyeka Waşintonê de, bi sedema celteya mejî koça dawî kir.

Kerîm yê 71 salî, yek ji damezrênerên Beşê Kurdî yê dengê Amerîka bû.

Li gor nivîsgeha Necmedîn Kerîm bal kişandibû ser, dê termê wî, li gor wesîyeta wî, bibin Herêma Kurdistanê û li wir bi awayekî demkî binax dibe “ ta ku bajarê kerkûkê azad dibe û dikeve bin ewlehî û aramiya hêzên Pêşmerge, ew dê li bajarê kerkûk ê pîroz bi fermî binax bibe.”

Berpirsên partî û hikûmî yên Herêma Kurdistanê şîn û sersaxî yên li dor koça dawî ya Kerîm derbirîn.

Serokê herêma Kurdistanê Nîçirvan Barzanî di ragihandineka şîn û sersaxîyê de ji bo malbata Kerîm dibêje:

“Dr. Necmedîn Kerîm, temenê xwe yê gênciyê ji bo şoreşa Kurdistanê terxan kir û wek pizîşkekî jêhatî û pêşmergeyekî beşdarî şoreşa Êlûnê bû. Di dema nexweşîya Barzanîyê nemir de, bi dilsozî xizmet kir. Li Amerîka, wek pizîşkekî kar kir bêyî ku xebata siyasî û dîplomatîk bibire.”

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di nameyekê de dilgiranîya xwe li ser koça dawî ya Kerîm derbirî û got:

“Dr. Necmedîn Kerîm di serdema şoreşa Êlûnê de wek pêşmergeyekî û serkirdeyekî Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê û piştre li derveyî welêt, roleke girîng di xebata rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û nasandina pirsa Kurdî li navendên dîplomatîk û akadîmîyên cîhanê de hebû.”

Serokê encûmena siyasî ya bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan Kosret Resûl, di nameyekê de got:

“Dr. Necmedîn Kerîm siyasetmedar, dîplomatkar û têkoşerekî mezin ê gelê me bû. Ew yek ji nêzîktirîn heval û dostên cenabê mam Celal bû.”

Berpirsê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Mistefa Hicrî dibêje:

“ Dr. Necmedîn Kerîm di demeke dîrokî ya hestîyar de parêzgarê Kerkûkê bû û di serdema wî de ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind bû.”

Siyasetmedarê dêrîn ê Kurd Mehmûd Osman jî dibêje:

“Ez dilgiranim bi nûçeya ji dest dana hevalê min Dr. Necmedîn Kerîm. Wî jiyana xwe ji bo xelkê Kurdistanê terxan kir, li Amerîka bi riya kongira netewî ya Kurd û li Kurdistanê wekû parêzgarê Kerkûkê.”

Kerîm di sala 1949an de li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê ji dayîk bû. Wî xwendina xwe ya seretayî li bajêr bi dawî kir û bekaloryosa xwe di zanista pizîşkî de li bajarê Mûsilê bi dest xist.

Di sala 1976an de, ew gihîşte Amerîka û li zanîngeha George Waşinton bawernameya diktora di warê birînsaziya mejî û damaran de wergirt. Di sala 1988an, kongira netewî ya kurdî li Amerîka damezirand.

Ew ji sala 2011an ta 2017an parêzgarê Kerkûkê bû.

XS
SM
MD
LG