Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerkerê Kurd Namo Fazil Tomareke Dîrokî Qezenc Dike

MMA: Fazil vs Babian
MMA: Fazil vs Babian

Şerkerê Kurd Namo Fazil, di warê hunerên şerî (Kickbox / Hunerên Şer ên Têke) de, di yek ji girîngtirîn bûyerên werzîşî yên karê xwe de, li dijî Jake Babian, şerkerê navdar ê Amerîkî, derket pêş û karî serkeftinek balkêş û dîrokî tomar bike.

Jake di destpêka lîstikê de êrîş dikir û Namo bi jîrî berdewam kir li ber xwe dida. Wî di nîva duyemîn de bi taktîkên ku bi navê Anaconda tên nasîn rikeberê xwe têk bir.

Piştî yarîyê, di navbera Namo û şerkerê Ermenî Arman Tsarukyan de ji ber gotinên wî yên ne guncaw ên li ser Kurdan nîqaşek germ derket. Wî şerkerî ji ber gotinên xwe lêborîn xwest.

Namo Fazil got ku wî hay jê tunebû ku Arman ji gelê Kurd lêborîn xwestiye û tekez kir ku herdu gelên Kurd û Ermenî bira ne û wê bira bimînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li ser platforma X'ê ev serkeftina Namo Fazil pîroz kir.

Barzanî got,"Ez dixwazim şampiyonê navneteweyî, ciwanê jêhatî yê Kurd Namo Fazil ji bo serkeftina wî ya mezin li Amerîkayê di lîstika "Hunerên Şer ên Têkel" (MMA) de pîroz bikim. Ez berdewamî û serkeftinên bêtir jê re dixwazim."

This item is part of
XS
SM
MD
LG