Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijwariya Peydakirina Nan li Kobanê


Pirsgirêka Nanî li Kobanê
Pirsgirêka Nanî li Kobanê

Tiştê herî pêwîst ji bo jiyana rojane nan e, ew pêdeviya herî sereke ya jiyana civaka herêmê ye, lê car caran li Sûriyê bi giştî û li herêma Bakû Rojhilatê Sûriyê bi taybetî dijwariya peydakirina nan heye, carne ji ber tinebûna ard û carne jî ji ber pirsgirêkên teknîkî nan bi dest nakeve, nebûna nan tê wê wateyê ku rûniştevan birçî dimînin.

Li taxa Miştenûr ya Başûrê Kobanê xelkê wê gilî û gazincan ji dijwariya peydakirina nan dikin, û dibêjin ku bû 3 meh nan negihştiya taxa wan, ew yek jî ji ber nebûna navenda belavkirina nên li taxa wan e.

Rêveberiya nangehan li herêma Kobanê ji aliyê xwe ve serrast dike ku pirsgirêkên avakirina navendan vedigera sîstema komîn û komîngehan, û ew nikarin wek rêveberî biryarên gihandina nên ji bo taxan wergrin.

Ezîz Abdî rêveberê nangehan ji bo Dengê Amerîka diyar dike, da ku nan heyf nebe ew li ser nasnaman bi riya navandan belav dikin, û pêwîste her taxek komîna xwe ava bike da ku nan ji bo wan were rêkirin.

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê û ji bo peydakirina heybera nan, rêveberiya nangehan hin sîstem ji bo xwe danîne, yek ji wan gîhandina nan ji bo malan li gor endamên malbatan.

raporta Kobanê 07 02 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG