Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Amerîkî: Pelosi Naxwaze Lêprîsn li Dij Trump Bihê Destpêkirin


Seroka Kongresa Amerîka Nancy Pelosi di hevpeyvîna li gel Washington Post de dibêje, dema ku daxwaz ji herdu partiyan nebe û pir giring nebe ew naxwazin lêpirîsnê li dij serokê Amerîka Donald Trump bidin destpêkirin.

Pelosi di hevpeyvîna di rojnama Washington Post de ku hefteya derbazbûyî li gel de encam dabû, û doh Duşemê hatiye weşandin dide zanîn ku dema gelek giring nebe lêpirsîn dê bibe sedema duberî û nakokiyan di nava welat de, dema ku weha be "Ez piştgîriya lêpirsînê nakim".

Robert Muller lêkolînvanê taybet yê lêgerînên derbarê destxistina Rûsya ya nava hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de û da ku bihê piştrast kirin kanê serok Trump dest li gel wê pirsê hebûye yan na, lêkolînan berdewam dike. Tê çaverêkirin ku di demek nêzîk de Muller raporta lêkolînan ji wezîrê Dadê re bişîne, şûn de dê Kongres bikeve nava tevgerê jibo ku bizanin kanê serok Trump nerewatî kirine yan na.

Pelosi di hevpeyvînê de her çende gotîye ew ne li gel lêprsînê ne da ku nebe sedema duberiyê li welat, lê dîsan got ku Trump ne ji hejî serokatîya Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG