Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîneke Taybet ligel Fermandara YPG'ê ya Kobanê Narîn Efrînî


Di vê wêneyê de Narîn Efrînî bersîva pirsên rojnamevan Sedar Sur dide

Di hevpeyvîneke pir taybet de Fermandara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kobanê Narîn Efrînî agahîyên taybet dide Dengê Amerîka.

Meysa Ebdo, bi navê xwe yê naskirî Narîn Efrînî, jina Kurda ku pêşengîya şerê Kobanê yê dijî Dewleta Îslamî (DÎ) dike.

Narîn navekî navdar e ku navê wê û berxwedana Kobanê bi hev re hatîye girêdan, lê biqasî navdarbûna wê agahî û kesitîya wê nayê zanîn .

Di hevpeyvîneke taybet de bi Dengê Amarîka re, Narîn Efrînî kesitîya xwe û dîroka xwe dîyar dike.

Narîn dema ku zarok bû li bajarê Efrînê ne xewna wê bû ku bibe şervan û pir tişt bala Narînaa zarok dikşand mîna cûdabûna di navbera mirovan de .

"Taybetmendîya min a serekî wekhevîya mirovan e. Tucarî ne xeyal bû ku ez bibim şervan, lê dijwarîya êrîşa dijmin ew hişte ku berê xwe bidim şervantîyê"

Narîn Efrînî dema zarok bû pir pirs ji xwe dikirin ew jî bandora ser kesitîya wê ye Narîn niha ew pirsan tîne bîra xwe û dibêje:

"Dema ez zarok bûm, min herdem ji xwe dipirsî çima evqas zengînbûn, feqîrtî, însan ser însan re hene . "

Narîn tîne bîra xwe çiqas zehmetî dikşand ku piştî 6 sala ji axaftina bi zimanê Kurdî ku mecbûr bibe fêrî zimanê Erebî yê fermî di dibistanê de.

"Dema piştî 6 salan ji axaftina bi zimanê dayikê, ev pir bala mion dikşand çima ez mecbûr im fêrî zimanê Erebî bibim , min her herfek zehmetî dikşand "

Narîn Efrînî salîn dirêj li çîyayên welêt şervantî û fermandarî kiriye û nija ji wê ezmûna zwe sûdê digire:

"Ez keçeke Kurdên Sûrîyê me. Min di nav tevgera azadîya Kurdistanê cîh girtiye û min bi salan şervantî û fermandarî

kiriye. Ji ezmûna serê çîyê niha sûdê jê digirim, mîna piskolojîya şer, fêrbûna jîyana şervantîyê, fermandarîya şer û danîna pîlanên şer"

Li şerê Kobanê Dewleta Îslamî hemî giranbûna xwe bi kar tine. Awayê şer û stratejîyên şer yên wan ne pir zelal e. Narîn Efrînî ku ev sal û nîv li Kobanê şerê Dewleta Îslamî dike ji herkesî bêtir dikare vî mijarî şirove bike.

"DAÎŞ di şerê xwe li ser Kobanê endamên xwe yên herî perwerdekirî bi kar tîne, yên ku bi salan şerkirine. Ew bi piranîya xwe ne Sûrî ne, di milê stratejîya şer de pir çekên giran û cebilxane bi kar tîne û bi hevre ne ji noqteyekê tenê ji pir noqteyan bi hev re êrîş dike. Berî ku dest bi şer dike şerê pîskolojîk destpê dike û pir trombîlên bombebarkirî dipeqîne , taybetî dema ku ew zanibe wê têk biçe."

***

Beşa 1

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:23 0:00

Beşa 2

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG