Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Silêmaniyê 25 Kîloyên Narkotîkê Tên Girtin


Bajarê Silêmaniyê
Bajarê Silêmaniyê

Hêzên Asayişê yên Rêveberiya Berhingariya Madên Narkotîkê li Silêmaniyê di operasyonekê da bi alîkariya Asayişa Hewlêr dest bi ser 25 kîloyên madê bêhoşiyê, yê ji cûrî Krîstal da girt.

Madê ku hatî girtin yê bandeka tawankar ya navxweyî bû, ji welatê Îranê anîye û dixwestin bişînin derveyî herêma Kurdistanê.

Îro Yekşemê Rêveberiya Berhingariya Madên Narkotîkê li Silêmaniyê, kongreke rojnamevanî encam da û Efser Celal Emîn, Rêveberê wê Saziyê ragihand ku karmendên wan dest bi ser 25 kîloyên madê narkortîkê da girtîye ji cûrê Krîstal.

Celal Emîn herwiha got "Ji sedema têkçûna rewşa aborî û malî ya Komara Îslamî ya Îranê, gelek kes bo qazanca madî, narkotîkê tînin herêma Kurdistanê û dixwazin saxlem bikin. "

Li gor datayên tên nîşandan, roj bo rojê karanîna madên narkotîkê li herêma Kurdistanê zêde dibe û beşê herî mezin ji Komara Îslamî ya Îranê bi rêkên qaçax dihête nav axa herêma Kurdistanê.

Raporta Silêmaniyê - 04 10 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:26 0:00


XS
SM
MD
LG