Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

3 Esmangerên Amerîkî li Valahîya Esmên Beşdarî Hilbijartinên Nîvdem Bûn

Dîmenek stasyoneke NASA li valahîya esman.
Dîmenek stasyoneke NASA li valahîya esman.

Sê esmangerên Amerîkî yên li îstgeha Valahîya Esmên ya Navneteweyî, di hilbijartinên nîvdem ên Amerîkayê yên îro Sêşemê de, ji zêdetirî 400 kîlometre jor rûyê erdê dengên xwe dan.

Esmangerên bi navên Anil Menon, Jessica Watkins û Luke Delaney endamên tîma Ekspedîsyona 75’an ya Ajansa Valahîya Esman ya Amarîkayê ne. Ev tîm li Valahîya Esmên ya Navneteweyî lêkolînên zanistî rêve dibin.

Menon, Watkins û Delaney kaxizê elektronîk ên dengdana ji dûr ve, dagirtin û bi awayekî ewle ji berpirsên hilbijartinê yên li ser rûyê erdê re şandin.

Menon pêvajoya dengdana xwe bi vîdyeokîji stasyonê li ser X’ê parve kir.

Wî ragihand ku wî û 2 hevkarên wî dengên xwe ji stasyona NASA’yê bi kar anîne.

“Erê, mirov dikare tewra ji valahîya esmên jî dengê xwe bide! Her sê endamên tîma Amerîkî derfeta dengdana ji Stasyona Fezayê bi dest xistin. Me kaxizên dengdanê yên elektronîk dagirtin û bi awayekî ewle ji berpirsên hilbijartinê re şandin, ” wî got.



NASA ragihand ku dengên van 3 esmangeran bi rêya ToraValahîya Esman a Nêzîk a ajansê hatinê şandinê stasyoneke li erdê li New Mexicoyê. Piştre ew bi rêya Navenda Kontrolê ya NASA’yê li Houstonê, ji berpirsên hilbijartinê yên herêmî re tên şandin, ajans dibêje.

Kaxezên dengdanê ku têne şandin bo valahîya esmên têne şîfrekirn û tenê astronot û berpirsê hilbijartinê dikarin wan bibînin.

NASA dibêje ku esmangerên Amerîkî ji 1997’an ve dikarin ji valahîya esmên dengên xwe bi kar bînin, dema ku wîlayeta Texasê jibo avakirina vê yêkê, qnaûneke dengdanê pejirand.

Esmangerê NASA’yê David Wolf, yekem esmangerê Amerîkî ye, ku ji valahîya esman deng daye. Wolf dema ku li Stasyona Fezayê ya Mîr a Rûsyayê bû, dengê xwe dabû.


This item is part of
XS
SM
MD
LG