Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştiya Esmanî ya NASA jibo Testê li Hesareyekê Da


Keştiya esmanî ya NASA'yê roja Duşemê bi lezeke mezin li hesareyek biçûk da wek rahênan ji bo senaryoyekê eger hat û zemîn siberojê rastî gefeke wiha bû.

Derbeya mezin li hesareya bê ziyan ku 9,6 milyon kîlometre dûr bû rû da, keştiya esmanî ya bi navê Dart bi leza 22,500 kîlometir di demjimêrekê de li hesareya piçûk da.

Zanyar li bendê bûn ku bandora wê vebûna devê volkanekê be, û pêlên kevir û bermayan bavêje esmên ya herî girîng jî, rêya hesareyê biguherîne. Teleskopên li seranserî cîhanê û li esman li heman xala esman armanc girtin da ku dîmen bikişîne.

Her çend bandor yekser diyar bû, nîşana radyoya DART ji nişka ve rawestiya , û ewê çend roj an jî hefteyan dirêj bike heta ku were destnîşankirin ka riya hesareyê çiqas hatiye guhertin.

Ev erka bi nirxa 325 mîlyon dolarî yekem hewl bû ku cîhê hesareyek an tiştek din yê xwezayî li esmên biguherîne.

XS
SM
MD
LG