Keştîyeke esmanî ya bi navê Katalyst îro Înê hate şandin bo valahîyê da ku teleskopa SWIFT ya Ajansa Valahîyê ya Amerîkayê (NASA) rizgar bike. Ew teleskop rastî metirsîya ketina ser erdê tê.
Teleskopa Swift ji 2004’an vir ve, li ser cîhanê digere û çavderîya teqînên herî mezin yên lî gerdûnê dike, wekî teqînên tîrêjên gama û stêrkên teqiyayî.
Lê Swift jîber kevinbûnê û çalakîyên rojê yên vê dawîyê, her diçe zûtir ber bi dinyayê dadikeve.
Jibo rizgarkirina SWIFT divê ew di dema herî zûtirîn dem de bigihêje orbîteke bilindtir û aramtir.
NASA’yê bi armanca rizgarkirina SWIFT keştîya Katalyst jî kompanîya Northrop Grumman bi 30 mîlyon dolaran kirê kirîye.
Northrop Grumman keştîya Katalyst ji Giravên Marshall yên li Pasîfîkê şand valahîya esmanî û tê çaverêkirin ku ew di nav mehekê de bigihêje Çavdêrxaneya Swift ya NASA û wê teloskopê bi xwe we gîrê bide.
Eger her tişt wekî ku hatîye plansazkirin pêk were, dibe ku SWIFT heta Îlonê ji nû ve dest bi şopandina gerdûnê bike. Jibo parastina rêgeha wê jibo niha çalakîyên wê hatine rawestandin.
Teleskopa SWIFT ya bi giranîya 1.6 tonî niha lî rêgeheke 360 kîlometre li jora cîhanê dizivire.