Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NASA Teleskopa Nû ya Roman Şande Esmanî

Rêveberîya NASA'yê roja Yekşemê teleskopeke nû ya esmanî ji wîlayeta Florida yê di çarçoveya erkekê de ji bo lêkolîna li ser hin mezintirîn pirsên esmanî yên stêrnasî û gerdûnnasîyê, şand esmanî.

Teleskopa mezin ku navê esmangera Amerîkî Nancy Grace Roman lê hatiye kirin û bi buhayê nêzî çar milyar dolaran hatiye çêkirin, ji Navenda Kennedy Space Center ya NASA'yê demjimêr 7:26 sibê bi mûşeka (Falcon Heavy) ya ku ji alîyê kompanîya Space X ve hatî çêkirin, ber bi esmanî bilind bû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump pîrozbahî li NASA û karmendên wê kir ji ber serkeftina firîna teleskopê, û li ser platforma Truth Social go, eve "serdema zêrîn a Amerîkayê" ye.

Teleskopa Roman ji bo lêkolîna li ser nihêniyên gerdûnî yên wekî enerjîya tarî û madeya tarî hatîye sêwirandin، her wiha ji bo ceribandina gravîtasyonê li ser pîvanên berfireh û lêgerîna li ser gerstêrkên derveyî ku li derveyî sîstema me ya rojê ne.

Herwiha teleskopa Nû dê "atleseke nû ya gerdûnê" jî deyne li gorî gotina birêveberê NASA'yê Jared Isaacman, dema ku di meha Nîsanê de projeya teleskopê pêşkêş kirî.

Teleskopa Roman dê di sê mehan de 1 milyon mîl rêwîtî bike da ku bigihêje gera xwe ya dawî, û biryar e erka wê pênc salan bidome.

This item is part of
XS
SM
MD
LG