Karbidestên xwecîhî yên bajarê Nashville ya eyaleta Tennessee ragihand ku îro sibê trombîlek li navenda bajêr peqîya.
Rêvebirîya polîsan li Nashville ragihand ku peqîn di encama kiryareke bi mebest de qewimî û lêpirsîna wan didome ku ew sedema rastîn ya bûyerê zelal bikin.
Polîsan da zanîn ku peqîn demjimêr 6:30’a sibêhê qewimî û şibakeyên avahîyên nêzî cîhê peqînê şikestin.
Polîsan herwiha ragihand ku 3 kes di peqînê de bi sivikî birîdar bûn û ew ji cîhê bûyerê hatin veguhastin.