Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanî Dibêjin Termê Rêberê Hizbullahê Hatiye Dîtin


Çalek li erdê nêzîkî cihê kuştina rêberê Hizbullah Hesen Nesrellah li taxên başûrê Beyrûtê, 29ê Îlona 2024an.
Çalek li erdê nêzîkî cihê kuştina rêberê Hizbullah Hesen Nesrellah li taxên başûrê Beyrûtê, 29ê Îlona 2024an.

Çavkaniyekî pizîşkî û jêdereke ewlekarî îro Yekşemê ji ajansa Reutersê re got ku termê serokê Hizbullahê Seyîd Hesen Nesrellah ji cihê êrîşa esmanî ya Îsraîlê li ser taxên başûrê Beyrûtê hatiye derxistin û saxlem e.

Di demekê de ku daxuyaniya Hizbullahê ya roja şemiyê ya ku mirina Nesrellah piştrast kir, negot ka ew bi rastî çawa hatiye kuştin û ne jî dê kengê merasîma cenazeyê wî were kirin, her du çavkaniyan got ku birînên rasterast li laşê wî tune ne û xuya dike ku sedema kuştinê fişara tund a ji hêza teqînê ye.

Leşkerê Îsraîlî roja Şemîyê got ku wê Nesrellah di êrîşa rojek berê ya li ser fermandarîya navendî ya girûpê li taxên başûrê Beyrûtê ji nav bir. Hizbullah piştrast kir ku ew hatiye kuştin, bêyî ku bêje çawa.

Cîgirê Serokê Îranê bo Karûbarên Stratejîk Muhammed Cewad Zerîf, li ser kuştina Nasrellah, roja Yekşemê ji medyaya dewletê re got, Îran dê di demek guncaw de li hember Îsraîlê bertek nîşan bide.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG