Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasrallah: Hîzbullah dê Piştgirîya Herîrî Neke


Nasrallah: Hîzbullah dê Piştgirîya Herîrî Neke
Nasrallah: Hîzbullah dê Piştgirîya Herîrî Neke

Rêberê Hîzbullah Hasan Nasrallah dibêje, partîya wî dê jibo damezrandina hikûmeteke nû piştgirîya Saad Herîrî neke.

Çaverê ye danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû îro Duşemê destpê bikin.

Hasan Nasrallah got, opozîsyona di bin pêşengîya Hîzbullahê bi yekdengî biryar da ku piştevanîya berbijarîya birêz Herîrî neke.

Nasrallah, di axaftina xwe ya televîzyonî de eşkere nekir ku Hîzbullah dê piştgirîya kê bike.

Rêberê Şîe her wiha Saad Herîrî şermezar kir û got, Herîrî îxanet li 2 peymanên berê kir.

Hasan Nasrallah got, li gorî peymanan berê, divîyabû Lubnan piştgirî li dadgeha lêvekol ya kuştina Serokwezîrê berê Refîq Herîrî nekira.

Nasrallah îdîa kir, di encama giwaştinên giran yên Amerîka û Îsraîlê de Herîrî peymana heyî şikand.

XS
SM
MD
LG