Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Berevanî yên NATO'yê Afganistan û Girjîya ligel Rûsyayê Gotûbêj Dikin


Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin li Brûkselê ye jibo civîneke wezîrên berevanî yên NATO’yê rojên Pêncşem û Înê bi mebesta gotûbêjkirina mijarên ewlekarî li Afganistanê, girjîya ligel Rûsyayê û sîyasetên teknolojîyayê.

Piştî ku Austin do Çarşemê gihişt Brûkselê, li ser Twitter nivîsî ku ew li wir e “jibo alîkarîya pêşvebirina guhertina leşkerî ya NATO’yê bike û piştrast bike ku ev hevalbendî jibo dijwarîyên paşerojê amade ye.”

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got ku wezîrên berevanîyê dê mijara Afganistanê gotûbêj bikin, bi taybet nehêlin ku ew welat bibe cihekî ewle jibo terorîstan. Wî da zanîn ku ewê herwiha peydakirina warekî herdem jibo Afganîyên ku di dema vekişîna hêzên Amerîkî de hatibûn derxistin, nîqaş bikin.

Berî civîna wezîran, Stoltenberg ji rojnamevanan re got ku erkê NATO yê herî demûdest niha bicihkirina Afganîyên ku ligel NATO'yê kar kirine.

Wî dîyar kir ku hevpar û hevalbendên NATO’yê karîbûn bêtirî 120 hezar kes, ku piranîya wan Afgan bûn, ji Afganistanê derxînin û hîn jî hewl didin ku bêtir xelk derxînin.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Austin berî Belcîkayê serdana Romanyayê jî kiribû. Li wir, wî roja Çarşemê got ku rêvebirîya Biden jibo xurtkirina peywendîyên Euro-Atlantîk û ewlekirina rexê NATO yê rojhilatî pêgir e.

XS
SM
MD
LG