Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken li Bruksel Vekişîna ji Afganistanê bi NATO re Gotûbêj Dike


Blinken Stoltenberg
Blinken Stoltenberg

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, roja Çarşemê dê ligel Emîndarê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û berpirsên Dîplomasî yên di asta bilind de yên hevpeymanên Amerîka dicive û plana vekişîna hêzên Amerîka ji Afganistanê gotûbêj dike.

Wezîrê Bervaniya Amerîka Lloyd Austin jî dê beşdarî civînan bibe, ku dê Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi DiMaio, Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu û yê Brîtanya Dominic Raab, beşdar jî bibin.

Rêvebirya Biden bi mehan li ser rewşa vekişîna ji Afganistanê rawestiya, heta ku doh Sêşemê biryar girt ku ewê 11ê meha Îlonê leşkerên xwe ji Afganistnaê vekişînin.

Ew dîrok tam rastî salvegera êrîşa 2001ê tê, dema ku al Qaidê êrîşî ser avahiyê navenda Bazirganiya Cîhanî li New York û avahiyê Pentagonê li Washington kirî.

Ev bû sedem ku Amerîka biryara dawî anîna li desthilata Talîbanê bide li Afganistanê ku zêdetirî 130,000 leşker ji 50 welatên endam di NATO de û hevalbendên din hinartin Afganistanê.

Ji sala 2015 û vir de, hêzên ku li Afganistanê mane tenê karê perwerdeya leşkerê Afgaistanê dibînin ku niha kêmtir ji 10 hezar leşkên NATO li wî welatî mane.

Berpirsên Amerîkî dan zanîn ku plana vekişîna leşkeran ji Afganistanê dê bi hevalbendên NATO re bihê parve kirin.

Antony Blinken û ivîna ligel hevpîşeyê xwe yê Dmytro Kulebali Bruksel
Antony Blinken û ivîna ligel hevpîşeyê xwe yê Dmytro Kulebali Bruksel

Blinken roja Sêşemê dest bi geşta xwe ya Bruksel kirîye, û tekez li ser pirsa Ukrayna hatiye kirin û got Amerîka dê piştevaniya Ukrayna ya otunom bike, hevlabendên rojavayî hatina leşkerê Rûsya ya ser sinorên Ukryana dişopîne.

Blinken got "Ew bihêz dê li pişt serwerî û yekîtiya axa Ukryana radiwestin". Bilinken dîsan got Ewê vê hefteyê "nêrînên Ewru-Atlantîk " yên derbarê Ukrayna gotûbêj bikin.

Qesra Spî jî ragihand ku Serok Biden "Tekez li ser pêgiriyên Amerîka yên derbarê serweriya tam ya Ukrayna û yekîtiya axa wê dike". Ev yek Biden di dema têkiliya telefonî de ya bi serokê Rûsya Vladimir Putin re roja Sêşemê behis kirye.

XS
SM
MD
LG