Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkîyê Jibo Armanca % 5 ya Budceya Beravanîyê ya NATO’ye Gavan Diavêje

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Hilcivîna rêberên NATO’yê li Enqerê, 7’ê Tîrmeha 2026’an.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Hilcivîna rêberên NATO’yê li Enqerê, 7’ê Tîrmeha 2026’an.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdoagn îro Çarşemê got ku Enqere pîvanên pêwîst digre da ku heya 2030’an bigihîje armanca lêçûnên berevanîyê ya ji sedî 5% ya NATO’yê.

"Tirkîyê pîvan bicîh kirine da ku rêjeya lêçûnên me yên berevanîyê berî sala 2030’an bigihîje asta 3,5%," wî got.

Di axaftina li Hilcivîna rêberên NATO’yê li Enqerê, Erdogan dîyar kir ku Tirkîyê ji sedî 1.5’ê budçeya xwe jibo ewlehî û berevanîyê veqetandîye.

Wî her wiha ragihand ku Tirkîyê 24 mîlyar dolarên din jî jibo projeya Qubeya Pola ya berevanîya esmanî û mûşekan veqetandîye.

Erdogan hevdem banga rakirina sînordarkirinên li ser hevkarîya berevanîyê ya di navbera hevalbendên NATO’yê de kir.

"Divê di derbarê hevkarîya berevanîyê de, bi taybetî di pişesazîya berevanîyê de, divê sînordarkirin werin rakirin."

Serokê Tirkiyê herwiha got ku endamên NATO’yê bêyî zaradayîn, divê jibo berevanîya hevpeymanîyê bêtir berpirsiyarîyê bigrên ser xwe.

Erdogan bal kişand ser rola Tirkîyê ya di nav NATO’yê de û got ku Tirkîye, ku xwedîyê mezintirîn artêşa bejayî ya Ewrupayê ye, û ger hewce bik Enqere amade ye ku her tim şîyanên xwe yên leşkerî pêşkeşî xizmeta hevpeymanîyê bike.

Roja dudya ya Hilcivîna 36’an ya NATO’yê îro Çarşemê li paytexta Tirkîyê Enqerê didome.

This item is part of
XS
SM
MD
LG