ÎSLAMABAD, 31ê Rêbendanê, ajansa Reuters radigihîne ku Hêzên Navnetewî plan dikin piştî ku dema mana wan li meha Gulanê bi dawî dibe dîsan dê li Afganistanê bimînin.
Wezareta berevaniya Amerîkî li gor peymana bi Talîbanê re îmze kirbû ku dê meha Gulanê hêzên xwe ji Afganistanê vekişîne, lê berpirsên NATO dibêjin, ewê hêzên navnetwê piştî dema diryar kirî jî li Afganistanê bimînin ku dibe ev bibe sedema derketina aloziyan jiber ku Talîban dixwaze hêzên biyanî bi temamî ji Afganistanê derkevin.
Berpirsê NATOP gotiye Reuters "Dê vekişîna tam ya hevpeymanan heta dawiya Gulanê çî nebe."
Berpirsê NATO yê ku nexwestiye navê wî bihê eşkere kirin jiber hesasiya mijarê gotiye"Hêjî merc bicî nehatine." Berpirs dîsan dibêje "Li gel rêveberiya nû ya Amerîka, dê hin rastvekirinên siyasî çê bibin, hesta berbilav ya derketina bilez dê bihê çareser kirin, divê em li firsendeke di asteke stratejî ya mezintrir bo derketinê bibînin."
Rêveberiya Donald Trump serokê berê yê Amerîka destpêka sala borî li gel Talîban gihabûn wê peymanê ku hêzên biyanî heta meha Gulanê derkevin, li hember ku tevgera Talîban sozên ewlekariyek sinordar dabûn.
Trump pesna wê peymanê dabû bêyî ku hikûmeta Kabul beşdar bibe ku ew dê şerê 20 salan li Afganî bidawî bîne. Li gor biryarê heta destpêka vê mehê tenê 2500 leşkerên Amerîkî li Afgansitanê bimînin ev jî hejmara herî kême ji sala 2001ê heta niha.
Niha plan tên danîn kanê ewê piştî Gulanê çi çê bibe û paşî dê lêkolîn bikin û dibe ku ev yek ji pirsên giring yên civîna NATO be ya sereke li meha Şibatê.
NATO bi girngî li rolê hevpeymanên xwe dinêre li Afgansitanê ku Trump ew pişt guh ve avêtbûn, weke pispor û diplomasî dibêjin.
Danûstandinên aştiyê di navbera hikûmeta Afganistanê û Tevgera Talîbanê de li Îlona borî li Duha hatbûn destpêkirin, lê tundî hêjî bilinde.
Peyvdara NATO Oana Lungescu got "Ti hevpeymaneke NATO naxwaze ji dema nepêdivî zêdetir bimîne li Afganistanê, lê divê em zelal bikîn ku mana me dê li gor şertên heyeî be, peyvdar dibêje "NATO hêjî ti biryar ne standine, ewê bo biryarekê ne kevin berî civîna wezîrên berevaniyê li meha Şibatê û got "hevpeyman rewşê dinirxînin û bi hevre dişêwirin jibo pêşveçûnan."
NATO bang li aliyan kir ku vê weke delîveke dîroka bo aştiyê bibînin. Peyvdara NATO dîsan got"NATO bi şêweke tam piştevaniya aûştiya li Afganistanê dike, heta ku piştrast be ku ew der ne cihekî ewleye bo terorîstan û bikarin ji wêderê êrişî welatên me bikin."
Niha nêzî 10 hezar leşkerên hevpeymanan li Afgansitanê dimînin, di nav de leşkerên Amerîkî jî hene, dibe ku demek dirêjtir bimînin het piştî meha Gulanê, lê plan hêjî yekalî nebûye, weke peyvdara NATO Oana Lungescu dibêje.