Fermandarîya leşkerî ya payebilind ya NATO'yê vê hefteyê konferanseke vîdyoyî lidar xist ji bo peydakirina hemhengîyê di nav endamên hevpeymanîyê de bi mebesta parastina azadîya keştivanîyê li Tengava Hormuzê.
Lê belê NATO tekez kir ku ev hewldan ne erkekî fermî yê hevpeymanîyê ye.
Fermandarîya Bilind a NATO'yê roja Çarşemê civînek li ser asta karbidestên berevanîyê lidar xist.
Berdevkê fermandarîya NATO'yê General Alexis Grinkovich roja Înê got: "li baregeha NATO'yê civînek ji bo hevalbendên ku dixwazin di asta berpirsên bilind yên berevanîyê de beşdarî pêvajoyê bibin lidar xist, da ku îhtîmala beşdarbûna wan di piştgirîya azadîya keştivanîyê li Tengava Hormuzê de hêsan bikin.”
Grinkovich herwiha got ku "Ji bo ku zelal be, ev ne erkekî NATO'yê ye. Lê ji ber şiyana bêhempa ya NATO'yê yên li hevanîna hevalbendan û destnîşankirina şiyanên NATO'yê, ya durist ew e ku bi vî rengî hêsankarîyê bike."