Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sekreterê Giştî yê NATO'ê: Êrîşên Nû li Ser Îranê bi Tevahî Pêwîst Bûn

Mark Rutte Sekreterê Giştî yê NATO'ê
Mark Rutte Sekreterê Giştî yê NATO'ê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte roja Çarşemê got ku êrîşên nû yên Amerîkayê li ser Îranê "bi tevahî pêwîst" bûn.

Rutte beriya civîna serokên NATO'ê li Enqerê ji rojnamevanan re got, "Dema ku agirbest hebe û Îran bi girîngî binpê bike, ez bawer dikim ku bi tevahî pêwîst e ku Amerîka bi tundî bersivê bide."

Wî got ku ew ji endamên hevpeymaniyê hêvî dike ku "ji nû ve piştrast bikin ku Îran divê qet şiyana navokî bi dest nexe", di heman demê de girîngiya azadiya geştên deryayî li Tengava Hormuzê ji nû ve tekez bikin.

Hêjayî gotinê ye, ku Serokê Amerîkayê Donald Trum îro Çarşemê li Enqerê got, "Me doh şev bi hêzeke mezin êrîşî mirovên zêde metirsîdar yên Îranê kir... Tiştekî xerab bi wan re heye. Me ji wan re got, "Herin û karûbarên taziya xwe bikin, li şûna wê, wan duh dest bi êrişa bi mûşekan bo ser keştîyan kir. Jiber wê yekê, me doh şev bi lêdaneke pir dijwar li wan xist."

This item is part of
XS
SM
MD
LG