Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stoltenberg: NATO Plan Dike ku Erka Leşkerî li Îraqê Berfireh Bike


Jens Stoltenberg
Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg da zanîn ku plana wan heye erka leşkerî li Îraqê berfireh bikin.

Stoltenberg got ku ewê alîkarîya wî welatî ku şer û duberîyê ji hev xistî, bikin da ku akademî û dibistanên hêzên leşkerê wî welatî pêş bêxin.

Stoltenberg got ku ewê alîkarîya xwe berfireh bikin, lê wî zelal nekir ku bo perwerdekirina artêşa Îraqê dê çend kesan wezîfedar bikin.

Dîplomatên NATO ku nexwestin navê wan eşkere be, îşaretê didin ku dibe 200 kes werin erkdar kirin. Ew dîyar dikin ku plan di qonaxa destpêkê de ye loma ew naxwazin behsa hûrgilîyan bikin.

Perwerdeya leşkerên Îraqî dê reng e li paytext Bexda û bajarên din yên Îraqê pêk were û heta dibe li welatê cîran, Urdunê jî pêk were.

Wezîrê Berevanî yê Almanya jî gotiye ku dibe beşekî perwerdê li Hewlêr jî were dayîn.

XS
SM
MD
LG