Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida îro Sêşemê soza xurtkirina peywendîyan dan.
Stoltenberg û Fumio Kishida dîyar ku êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna û zêdebûna hevkarîya wê ya leşkerî ya bi Çînê, ji Şerê Duyê yê Cîhanê vir ve rewşa herî aloz ya ewlekarîyê derxistiye pêş.
Stoltenberg û Kishida herwiha ser gefên navokî yên Rûsya, hîndarîyên leşkerî yên hevpar yên navbera Rûsya û Çînê li nêzî Japonya û pêşxistina çekên navokî yên Koreya Bakur fîkarên xwe anîn ziman.
Stoltenberg ji rojnamevanan re got ku serketina Rûsya li Ukrayn wê cesaretê bide Çînê, di vê demê de ku Pekîn hêza xwe ya leşkerî xurt dike û zordestî li cîranên xwe dike û gefên xwe li Taywanê didomîne.
Daxuyanîya hevbeş ya Stoltenberg û Kishida di dema serdana Stoltenberg ya Japonya û piştî sardana wî ya Koreya Başûr hat ku givaştin li ser Seulê pirtir dibe ku piştgirîya leşkerî ya ji Kîevê re zêde bike.
Jêder: Reuters