Karbidstên NATO li Afganistanê dibêjin ew li du serbazên xwe digerin ku li bajarê Kabulê berze bêne û ne diyar in.
NATO roja Şembiyê ragihand du serbazên wê roja Eynî bi otombêlekê ji bingehê xwe çûne derve û venegerîyane.
Roja Şembiyê karbidestên Talîban dane zanîn wan du serbazên Amerîka li wilayeta Logar, Rojhilata Afganistanê girtine. Radyoyeke herêmî pêşniyazek Amerîka bilav dikir ku dê 20 hezar dolarî bide herkesê zanyarîyan berdest bike ku bibe eger azad kirina wan serbazan.
Karbidestekî Talîban gote Ajansa Dengûbasan ya Reuters ku serbazê sêyê yê Amerîkî mirîye.