Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Roja Duşemê Dest bi Hîndarîyên Navokî Dike


Sekreterê Giştî yê NATO Mark Rutte îor Pêncşemê got ku ewê hevpeymanîyê roja Duşemê dest bi hîndarîyên navokî bike.

NATO di vê demê dest bi hîndarîyên navokî dike ku retorîka Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser çekên navokî zêdetir bûye.

Karbidestên NATO dibêjin wê Belçîka û Holanda jibo hîndarîyên Steadfast Noon mazuvanîyê bikin.

Li gor ragihandina karbidestan wê firokên cengê yên F-35A û firokên bombeyê yên B-52 li hîndarîyan hazir bin.

Rutte li Londonê piştî civînên bi Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re hîndarîya navokî ragihand.

‘’Li vê cîhanê ku niha rewşa wê ne dîyar e testkirina berevanîya me û xurtkirina wê pir girîng e. Bi vî awayî wê dijminên me bizanin ku NATO amade ye û dikare dijî hemî gefan bersîvê bide.’’

Wî dîyar kir ku ewê bala hîndarîyan li ser Brîtanya, Deryaya Bakur, Holanda û Belçîka be.

Di hîndarîyan de wê çekên orîjînal neyên karanîn.

Karbidestên NATO dibêjin ewê 2000 leşkerên hîndarîyê karên serikên çekên navokî sîmule bikin.

Ew karbidest dîyar dikin ku ewê hîndarî roja Duşemê destpê bikin û bi qasî du hefteyan bidomin.

Putin piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir bloka Rojavayî jimareke caran ser encamên karanîna çekên navokî hişyar kir.

Karbidestên NATO dîyar dikin ku armanca hîndarîyê ne bersîvdana ser gotinên Moskowê ye û dibêjin ku hîndarî pirtir ji 10 sal in her sal jinûve têne kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG