Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg îro Çarşemê got ku ti nîşan nîne ku Rûsya hêzên xwe ji sînorê Ukraynayê vekişandîye, û herwiha eşkere kir ku Rûsya karîn heye ku operasyoneke berfireh dijî Ukraynayê bê dîyarkirina demê bike.
Rûsya do Sêşemê û îro Çarşemê dîsa jî ragihand ku ew hinek rahênanên xwe yên reşkerî bidawî tîne, di nav de jî li Nîvgirava Qirimê ku ji alîyê Rûsyayê ve dagîrkirî ye. Rûsya vîdyoyek belav kir tê de îdîa dike ku yekîneyên wê yên leşkerî vedigerin bingehên xwe.
Stoltenberg berî civîneke wezîrên berevanîya NATO’yê li Brûkselê ji rojnamevanan re got ku tevgereke hêzên Rûsyayê vekişîna wan piştrast nake, jiber ku di hinek mînakên berê de jî Rûsya hêzên xwe ji cihekî vedikişand û alav û kelûpelên wan li wir dihişt da ku bi hêsanî karibin dîsa vegerin.
Wî got ku li şûna ku NATO vekişîneke rasteqîn bibîne, ew dibîne ku çawa Rûsya komkirina xwe ya leşkerî berdewam dike. Lê Stoltenberg dîyar kirk u ew hêvî dike Rûsya biryarê bistîne ku têkeve nav dîyalogê û “li şûna rûbirûbûnê diplomasîyê hilbijêre.”
Berdevkê Kremlinê Dmityr Peskov îro Çarşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dixwaze danûstandinan bike û bi awayekî erênî amadebûna Serokê Amerîkî Joe Biden jibo dîyalogê nirxand.
Biden do Sêşemê got ku Amerîka bawer dike ku derbazbûneke Rûsyayê bo Ukraynayê hîn jî pir pêkan e û bang li Putin kir ku gotûbêjan berdewam bike, an jî ligel rîska bertekên giran rûbirû bibe.