Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO bi Hevpeymanîyên Nû yên Hevbeş Berevanîya Xwe Xurt Dike

Dîmenek ji ragihandina hevpeymanîyên nû yên peydakirinê yên pirneteweyî li Hilcivîna NATO’yê, 7’ê Tîrmeha 2026’an, Enqere, Tirkîye
Dîmenek ji ragihandina hevpeymanîyên nû yên peydakirinê yên pirneteweyî li Hilcivîna NATO’yê, 7’ê Tîrmeha 2026’an, Enqere, Tirkîye

Di Hilcivîna NATO û Foruma Pişesazîya Berevanîyê de îro Sêşemê 15 endamên NATO’yê hevpeymanîyên nû yên peydakirinê yên pirneteweyî ava kirin.

Li gor ragihandina NATO’yê, ev hevpeymanîyên nû armanc dikin ku di qadên cûda yên berevanîyê de kanînên hevpar biafirînîn, bi taybet jî ser sîstemên berevanîya esmanî û êrîşên esmanî.

Hevpeymanîyên peydakirinê wê armanc bikin ku jibo hêzên hevalbendan û Ukraynayê daxwazên alavên berevanîyê yên pêwîst kom bikin, ser kirînê hevbîrîyê ava bikin û radestkirina wan bilezînin.

Herwîha di heman Foruma îro Sêşemê de ku li Enqerê hate lidarxistin, pêşketineke din ya girîng pêk hat: Amerîka û hejmareke kompanîyên pêşeng ên berevanîyê yên Amerîkî li ser înîsiyatîfên nû yên hilberînên hevpar bi kompanîyên serekî yên berevanîyê yên Ewrupî re peyman îmze kirin.

Ev peymanên cûrbecûr dê rê bidin kanînên berevanî yên Amerîkî ku li Ewrupayê werin hilberîn û hevkarîya pîşesazîyê li seranserê Atlantîkê xurt bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte di Forumê de pêşwazî li van peyman û hevpeymanîyên piralî kir.

"Ev pêşketinek mezin e û di pêşkêşkirina kanînên serekî ji bo ewlehîya me de nîşana yekîtîya transatlantîk ya NATO ye," wî got.

Rutte herwiha destnîşan kir ku ev hevkarî pir girîng e.

"Dema ku em hewlên xwe bikin yek, em bêtir hilberînê dikin, em zûtir nûjenîyê dikin, emê hemî ewlehiya xwe xurt bikin," Rutte da zanîn.

Projeyên hilberînên hevbeş ên nû beşek ji hewlên NATO’yê ne: jibo veguherandina weberhênana berevanîyê ya bo kanînên rastîn pabendbûna ji sedî 5’ê dehata welatên endam in.

Hilcivîna 36’an ya NATO’yê îro û sibe Çarşemê li paytexta Tirkîyê Enqerê didome.

This item is part of
XS
SM
MD
LG