Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Civîna NATO'ê li Medrîd, Ne Dema Dawiyê ye ji bo Biryara Endametiya Swêd Û Fînlandayê


Arşîv: Civîna şandên Swêd û Tirkiyê, Enqere 25ê Gulanê 2022
Arşîv: Civîna şandên Swêd û Tirkiyê, Enqere 25ê Gulanê 2022

Weke bersivek bo dadgîkariya Rûsyayê ya li Ukraynayê, Swêd û Fînlandiyayê meha borî bi awayekî fermî banga endametiya hevpeymaniya NATO'yê kirin, lê belê Tirkiye li dijî hewldanên wan welatan derdikeve.

Swêd û Fînlandiya dibêjin danûstandin berdewam in jibo çareser kirina kêşeyan, lê serokê Tirkîyê Receb Tayyp Erdogan roja Çarşembî gotbû ku wî ti bersîvek ji bo ti daxwazên wan wernegirtîye.

Tirkiyê bang li Swêd û Fînlandiyayê kir ku êdî piştgiriya komên ku Tirkiye jê re "terrorist" dibêjin, bikin û qedexekirina dana çekan ji Tirkiyê re bi dawî bikin û ew komên ku Tirkiye lê digere radestî wan bike.

Peyvdarê Erdogan û şîretkarê payebilind tê serokatiya Tirkiye Îbrahîm Kalin di serdana xwe de ya bo Medrîdê ji ajansa nûçeyên Anadol ya Tirkiyeyî re ragihandiye, ku pêşkeftina danûstandinan derbarê endambûna Swêd û Finlanda di NATO de girêdayî ewê çendê ye ku çawa bersiva daxwazên Trikiyê dê bihê dan.

Ajansê ji zarê Kalin got ku ew dibêje "Me xwe bi demeke diyarkirî re ne girêdaye, weke civîna NATO'yê ya li Madrîdê" û anî ziman ku di hevdîtinê de wê girîng be ku mijarên taybet yên mîna êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê û hevkariya navbera welatên koalîsyonê, welatên dixwazin bibin endamên koalîsyonê ji bo mijûlkirina fikarên welatên endam, gavan biavêjin." Herwiha wî got:

"Em hest nakin ku em li jêr fişara demê de ne, wek bêjin ku îla divê ev pirsgirêk di civîna NATO'yê de bê çareserkirin" û wiha dewam kir "Di vir de ya girîng ew e ku Swêd û Fînlanda bi awayekî zelal û gavên berbiçav ku niyeta wan ya ji bo rûbirûbûna bi terorê re heye, pêngavan ji bow ê biavîjin."

Sekreterê Giştî yê NATO Jans Stoltenberg di serdaneke xwe ya li Amerîkayê de diyar kir ku ew ê ji rayedarên payebilind yên Fînlandiya, Swêd û Tirkiyeyê bixwazin ku di çend rojên pêş de li Brukselê li hev bicivin û li ser vê mijarê gotûbêjan bikin. hevpeyamniya NATO'yê wê di 29-30 'ê Hezîranê de li Medrîdê civînekê lidar bixin.

XS
SM
MD
LG