Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Hevpeymanîya NATO'yê li Enqera Tirkîyê

NATO summit 2026
NATO summit 2026

Rêberên welatên endam yên NATO’yê wê roja Sêşemê û Çarşemê li Enqerê jibo Hilcivîna 36’a ya Hevpaymanîyê kom dibin da ku tevî berevanî, ewlehî û pirsgirêkên cîhanî pêşeroja xwe gotûbêj bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO'ê Mark Rutte di daxûyanîyekî li ser malpera NATO’yê erka Hilcivîna 2026’an ya li Enqerê bî wî rengî rave dike:

"Erka li pêşîya me zelal e: veguheztina pabendbûnên Hevbendan jibo encamên berbiçav. zêdebûna veberhênanê, hilberîna pîşesaziyê û jibo Ukraynayê piştgirîya berdewam.Ev hemû dibe alîkar ku NATO’yek bihêztir û ji bo me hemûyan ewlehîyek xûrttir pêk were."

Rutte herwiha dibêje ku endamên “Hevpeymanîyê wê li Enqerê pêşketinen ku ji Hilcivîna 2025’an ya li Den Haagê vir ve û berdewamiya pêkanîna armancên sereke yên NATO’yê gotûbêj bikin.”

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê wê mazûvanîya Hilcivîna li Enqerê dike.

Berpirsê Ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê îro Duşemê ragihand ku Hilcivîna NATO’yê wê hem jibo pêşeroja hevpeymanîyê û hem jî jibo avakirina ewlehîya cîhanî ya pêşketî girîng be.

Berpirs Burhanettin Duran berîya ku Hilcivîna 7-8ê Tîrmehê destpê bike di preskonferansekê de got ku ev civîna ku di çarçoveya konsepta "NATO 3.0" de tê pênasekirin û wê mijarên stratejîk yên serekî werin nirxandin.

"Ev Hilcivîna, ku di bin konsepta NATO 3.0 de derdikeve pêş, pir girîng e. Li Enqerê wê mijarên pir girîng werin nîqaş kirin, hem jibo pêşeroja NATOyê û hem jî j bo ka wê mîmarîya gerdûnî çawa were şekildan," wî got.

"NATO 3.0" destpêşxerîyeke siyasî ye ku bi pêşengîya Amerîkayê tê rêvebirin da ku barê berevanîya Ewrupayê ji ser pişta Washingtonê ber bi welatên endam yên Ewrupayê ve were veguhastin.

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth nêzîkatîya Amerîka "NATO 3.0" di 18’ê Hezîrana 2026’an de, di gotara xwe ya di Civîna Wezîrên Berevanîyê yên NATO’yê ya li Brukselê careke din destnîşan kir.

“Bîngeha pabendbûnên xercên berevanîyê jî ev e: veguhestina NATO’yê ya wek hevpeymanîyeke leşkerî ya rastîn ku li ser hêza tund û astengkirina rastîn disekine, yanî NATO’yeke 3.0 ya ku li gor NATO 1.0 hatibe afirandin ku di Şerê Sar de biser ket, û bi hevbendên me ku pêşengîya rastîn ya berevanîya kevneşopî ya Ewrupayê dikin,” Hegseth di gotara xwe de got.

Pete Hegseth hevdem anî ziman ku “diviyabû ku NATO her tim wiha ba.”

Li Hilcivîna sala borî li Den Haagê endamên NATO’ye soz dan ku ku heta sala 2035’an ji sedî 5 ya dehata welatên xwe jibo berevanîyê xwer bikin ku di nav de ji % 3.5 jibo pêdivîyên berevanîyê yên bingehîn û %1.5 jî jibo pêdivîyên ewlehîyê yên berfirehtir hene.

Ev biryara li Hilcivîna Den Haagê jibo NATO’yê wek gavek pir gîrîng ya dîrokî tê nirxandin.

Wezîr Hegseth di gotara xwe ya meha borî li Brukselê de, da zanîn ku gelek endamên NATO’yê ji niha ve ser pabendbûna xerckîrîna sedî 5 ya dehata welatên xwe jibo berevanîyê û ser hewlên diny ên ku jibo xurtkirina NATO’yê hewce ne hevbîr in.

“Hin hevbendên me peyama me fêm kirin û pêşve gav avêtin, hûn dizanin hûn kî ne, û em gelek spasdar in,” wî got.

Li gor malpera fermî ya NATO’yê di rojeva Hilcivîna 2 rojî ya lî Enqerê 3 mijarên fermî yên serekî hene ku wê welatên endam gotûbêj bikin.

Weberhênana berevanîyê û pabendbûna 5 ji % ya NATO’yê

Dî zêdekirina hilberîna pişesazîya berevanîye de rola NATO’yê

Jibo Ukraynayê Piştgirîya NATO’yê

Çaverêye ku tevî serokê Amerîka Donald Trump, wê rêberên dewlet û hikûmetan yên 32 welatên endamê NATO’yê, nêzîkî 100 wezîr û bi hezaran mîvanên biyanî beşdarî Hilcivîna Enqerê bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG