Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Hizra Xurtkirina Toleyên Dijî Rûsya Dike


Rêberên NATO di roja duyê ya hilcivînê de li Brîtanya kom dibin û zêdekirina giwaştinên ser Rûsya gotûbêj dikin ku piştgirî dide cudaxwazên li rojhilata Ukrayna.

Hevalbendîya bi 28 welatan, li ber e demûdest hêzeke bersîvdanê bipejrînin û alavên leşkerî bişînin rojhilata Ewropa ku rê li ber êrîşkarî û belavbûna muhtemel ya Rûsya bigire.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron îro Înê ragihand ku welatê wî dê 3.500 personel bide hêza bersîvdanê.

Wî got, divê NATO li hember alozîyên li Ewropa kanîna xwe pirtir bike.

Li ber e, Serokê Amerîka Barack Obama jî di hilcivînê de axaftinekê bike.

XS
SM
MD
LG