Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozên NATO'yê Ser Rewşa Afganîstanê Kom Bûn


Ajansa Reutersê ji zarê çavkanîyeke ragihand ku balyozên NATO'yê îro Înê civîe ku rewşa ewlekarî ya li Afganîstanê ya ku demûdest xirabtir dibe nîqaş bikin û jibo derxistina karmendên balyozxaneyên li Kabulê tedbîrên neteweyî, kordîne bikin.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û 30 balyoz beşdarî civîna li Brukselê bûn.

Karbidestekî NATO'yê, ku nexwest navê xwe bide, got ku NATO rewşa ewlehîyê ji nêzve dişopîne. Wî got ku ew hevrêzîya xwe bi karbidestên Afganî û yên din yên civaka navneteweyî re didomînin.

NATO piştî nêzî 20 salan operasyonên leşkerî li Afganistanê bi dawî anî û piranîya hêzên xwe ji wî welatî vekişand, lê hîn jî bo kordînasyona tedbîran xebatên xwe didomîne.

Dijî dêskeftinên Talîbanê, Pentagonê dî yar kir ku ewê di nav 48 demjimêran de nêzî 3.000 hêzên leşkerî yên din bişîne da ku alîkarîya derxistina karmendên balyozxaneya Amerîkî bikin.

Brîtanya yê jî ragihand ku ewê nêzîkê 600 hêzan bişîne ku alîkarîya hemwelatiyên xwe bike.

Ajansa AP ragihand ku Kanada dê hêzên taybet bişîne Kabulê ku di derxistina karmendên balyozxaneyê de bibin alîkar.

Her wiha balyozxane û komên alîkarîyê yên din gotin ku ew jî mirovên xwe ji Afganistanê derdixin.

XS
SM
MD
LG