Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO: Tole Kanîna Rûsya ya Hilberîna Çekên Pêşketî Asteng Dikin


Şêwirmendê leşkerî yê NATO’yê Rob Bauer îro Înê ragihand ku toleyên Rojavayî destpê dikin ku ziyanê bidin kanîna Rûsya ya çêkirina çekên pêşketî jibo şerê li Ukraynayê.

"Ew (Rûsya) bi sedema toleyan her ku diçe rûbirûyê astengîyan dibin, jiber ku hin alavên bo sîstemên çekan pêwîstiya wan bi yên ji pîşesazîya Rojavayî têne, heye," Bauer got.

Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û welatên din piştî 24'ê Sibatê dijî Moskowê gelek tole ragihandin, dema ku Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir ku di nav de qedexeya firotina teknolojîya pêşketî jî heye.

Bauer dîyar kir ku niha NATO yekem nîşanên cidî yên encamên toleyên dijî Rûsya dibînin.

"Em dibînin ku kanîna wan ya hilberînê -bo nimûne- li nûvekirina mûşekên cruise fuze û çekên pirtir pêşketî," Bauer got.

Şêwirmendê leşkerî Bauer hevdem destnîşan kir ku pîşesazîya Rûsî hîn jî dikare gelek çekan hilberîne û hê jî gelek cebilxaneyên Rûsan hene.

"Li gor zanîna min ku em, Rûsa hîn jî xwedî bingeheke pîşesazî ya pir girîng in û dikarin gelek çekan hilberînin.Hê jî gelek cebilxaneyên wan hene,” Bauer got.

Wî herwiha anî ziman ku hem Ukrayna hem jî Rûsya rûbirûyê dijwarîyan in jiber ku ew di şer de pêdivîya wan bi xerckirina kelûpelên leşkerî heye ,bi rêjeyên ku di dehsalan de nehatine dîtin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin di 12’ê Îlonê de got ku Moskow li hember toleyên Rojavayî bi rengekî xurt ber xwe dide û herwiha ew dagirkirina li Ukrayna wek operasyoneke taybet ya leşkerî binav dike.

Lê Bauer got ku ji sedî 85’ê hêzên leşkerên Rûsî jixwe niha bo şer li Ukrayna ne û ev yek jî kanîna Rûsya sînordar dike ku hebûna xwe ya leşkerî berfireh bike.

Wî ragihand ku Rûsya nikare hebûna xwe ya leşkerî berfireh bike jiber ku ew nikare seferberiyek giştî bêyî ragihandina şer ragihîne.

"Em dibînin ku hejmareke sînordarkirî ya leşkerên nû têne Ukrayna û em pêbawer in ku asta perwerdehîya wan leşkeran ne pir xurt e,” Bauer got.

Ukrayna di vê mehê de bi êrîşên dijber kontrola 9 hezar kîlometreyên çargoşe ji axa di destê hêzên Rûsî de jinûve bi dest xist.

Bauer got ku pêşveçûn bi giranî jiber perwerdehîya hêzên Ukraynî bi pîvanên NATO’yê pêk hatiye, yên ku ji 2014’an vir têne perwerde kirin.

Wî hevdem dîyar ku yek ji sedemên pêşketina hêzên Ukraynî ev e ku hêzên Rûsî bi şêwazekî pir kevn şer dikin.

"Her yek yekîneyeke Rûsî ji karbidestên bilind fermanê digire, jiber vê yekê, ger tişteke were guhertin, ew li benda fermaneke nû dimînin. Ukraynayî ewqas zû pêşda çûn ku Rûsan (fermanên nû) negirtin û neçar bûn paşve vekişin,” Bauer got.

XS
SM
MD
LG