Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO li Navenda Xwe ya Giştî Pêşîya Belarûsê Digire


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Duşemê dîyar kir ku ewê ketina karmendên li nûnertîya dîplomatîk ya Belarûs ya navenda giştî ya NATO'yê were sînordar kirin.

Jens Stoltenberg berîya civînên wezîrên berevanî û karûbarên derve yên NATO'yê yên roja Sêşemê, bê dayîna hûrgilîyên zêdetir, di preskonferansekî de, li ser mijarê axifî.

"Me biryar da ku ketina karmendên Belarûs ya hindûrê navenda gişt ya NATO'yê sînordar bikin," Stoltenberg got.

NATO'yê ev biryara piştî ku Mînskê bi zorê balafirek rêwiyan da sekinand û rojnamevanekî rexnegir desteser kir, hate ragihand.

Belarûs ne endamekî NATO'yê ye, lê piştî têkçûna Yekîtîya Sovyetê ji 1992'an de vir ve, bi NATO'yê xwedîyê pêywendîyan e.

Herwiha, Belarûs ji 1998'an vir ve jî, li NATO'yê ofîsekî dîplomatîk rêve dibe.

Karmendên Belarûs dikarin li navenda gişt ya NATO'yê û yên li welatên endam yên NATO'yê, ser mijarên wek kontrolkirina çekan û perwerdehîya leşkerî de, beşdarî semîner û civînan bibin.

Di navbera Belarus û welatên Rojavayî de, bi sedema ku di destpêka vê mehê de Mînskê bi zorê balafirgeha Ryanair ya ku ji Atînayê ber bi Vilnius ve diçû, da sekinandin û rojnamevanekî rexnegir desteser kir, alozîyên tund derket holê.

Lê, pêşnîyareke ya bo rawestandina Belarûs ji hevkariya NATO ya dualî, ku wek Hevkarîya jibo Aştîyê tê zanîn, ji hêla dîplomatan ve, hefta borî nehat qebûl kirin.

Dîplomat dibêjin ku piştî ku Tirkîyê ku hevalbendê herî nêz yê Minskê ye, ji tirsa dijminahîya Rûsyayê, raman asteng kir; ew pêşnîyar hate red kirin.




XS
SM
MD
LG