Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên NATO li Brukselê Şerê li Ukrayna Gotûbêj Dikin


Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên welatên din yên NATO'yê 24 Adar,2022
Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên welatên din yên NATO'yê 24 Adar,2022

Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên cîhanê îro Pencşemê li Brukselê dest bi

Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên cîhanê îro Pencşemê li Brukselê dest bi hilcivîna awarte ya NATO'yê ya ser şerê li Ukrayna kir.

Rêberên Rojavayî wê xurtkirina hêzên NATO'yê li Ewrupaya Rojhilat, alîkarîya leşkerî bo Ukrayna û zêdekirina givaştinên ser Rûsya gotûbêj bikin; dema ku êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna îro ket meha duyê.

Paytexta dîplomatîk ya Ewrupa, Brukselmazûvanîya sê civînên girîng yên ser şerê li Ukrayna dike: hilcivîna awarte ya NATO'yê, civîna koma G7 û hilcivîna 27 endamên Yekîtîya Ewrupa.

Biden do Çarşemê giheşt Brukselê û ew beşdarî her sê civînan jî dibe.

Washington dibêje ku Biden û hevtayên wî yên Ewrupî wê dijî Rûsya toleyên nû û herwiha pîvanên tundtirkirina toleyên heyî ragihînin.

Biden û rêberên welatên din yên NATO'yê berîya destpêkirina hilcivînê bo wêneyê bîranînê kom bûn û herwiha tê pêşbînîkirin ku hilcivîn çend saetan bidome.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg di vekirina hilcivîn vekir û got ku ew bi biryar in ku toleyên ser Rûsyayê zêde bikin.

"NATO wê hêzên xwe li Ewrupaya Rojhilat bi bîcihkirina çar komên şerker yên nû li Bulgaristan, Macaristan, Romanya, Slovakya zêde bike," Stoltenberg got.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy wê bi vîdyo konferansê di civînên NATO û YE de biaxife.

Zelenskyy di gotara xwe ya rojane ya şeva Çarşemê got ku ew ji hevalbendên Rojavayî gavên girîng dixwazin.

XS
SM
MD
LG