Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Amadekarîya Hilcivîna NATO Dike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg îro Pêncşemê dê li Berlînê bicivin.

Mijara civînê, hilcivîna NATO ya 25'ê Gulanê ye ku Serokê Amerîka Donald Trump dê cara yekê beşdarî civîneke NATO bibe.

Bi civîna ku ewê li Berlînê li dar keve Trump dê li Ewrupa, piştî serokbûnê gera xwe ya yekê jî pêk bîne.

Di hilcivînê de, li ber e ku mijarên sereke têkoşîna dijî terorê, mesrefên Ewrupa yên leşkerî û pirtirkirina leşkerên li Afganistanê bin.

Ser van mijaran, welatên Ewrupî û Amerîka ji hev cihê difikirin. Sekreter Stoltenberg hewil dide ku berî hilcivinê hevalbendên NATO bîne ser heman fikrê.

Amerîka dîyar dike ku hevalbendên wê yên Ewrupî, jibo berevanîya leşkerî butçeyeke baş venaqetînin. Li gor daxwaza Amerîka, endamên NATO herî dereng heta 2024'an, divê 2 ji sedê butçeya xwe ya salane bo parastina leşkerî veqetînin.

XS
SM
MD
LG