Wezîrên karên derve yên endamên NATO'yê îro Înê di derbarê rewşa Afganistanê de civîneke onlaynî dar xist.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî civînê ji rojnamevanan re got ku jibo NATO'yê derxistina mirovan ji Kabulê xala herî girîng e û xebitandina firîngehê didome.
"Rewş hîn jî dijwar û ne dîyar e. Pirsgirêka serekî ya ku em rûbirû dimînin, giheştina mirovan û ketina hindûrê firîngeha Kabulê ye."
Stoltenberg jibo hewildanên Amerîka, Brîtanya û Tirkîyê yên bo pêkanîna ewlehîya li firîngehê Kabulê sipasîya wan kir.
Wî careke din bang li Talîbanê kir ku rê bide derbazbûna ewledar ya tevahîya hemwelatîyên bîyanî û Afganîyên ku dixwazin ji welêt derkevin.
NATO'yê piştî nêzî 20 salan vê havînê operasyonên xwe yên leşkerî li Afganistanê qedandibûn û piranîya hêzên xwe ji welêt vekişandibûn.
Lê, ew hîn jî nûnertîyeke dîplomatîk li Kabulê û navenda xwê ya giştî ya li Brukselê bi kar tîne.
NATO, di heman demê de mîna forumeke bi armanca kordînasyona pîvanên neteweyî yên li Afganistanê, wek derxistina welatîyan jî xizmet dike.