Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO û NY Piştgirîyê Didin Peymana Amerîka û Talîbanê


Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dîyar kir ku ew piştgirîya peymana Amerîka û Talîbanê dikin.

Stoltenberg da zanîn ku rêka aştîyê dirêj û dijwar e û got ku dibe ku hin kêmasî jî çêbin.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ger rewş xirab bibe çareserî zêdekirina yekîneyên leşkerî ye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî da zanîn ku divê danûstandinên aştîyê berfireh bin û dîyar kir ku ewê piştgirîyê bidin peymana ku jin, ciwan û kêmîne jî têde hebin.

Washington û Talîbanê piştî danûstandinên dirêj yên li Doha ya Qatarê peyman îmza kirin.

Armanca peymanê çêkirîna dîyaloga hikûmeta Afganistanê û Kabulê û 14 mehan de vekişandina leşkerên Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG