Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên NATO Îro Sêşemê bi Awayekî Onlayn Dicivin


Civînên wezîrên berevanî û yên derve yên NATO îro Sêşemê li dar dikevin.

Wezîrên berevanî û yên derve dê bi awayekî onlayn civînan çêkin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg do Duşemê dîyar kiribû ku wezîr dê bo hilcivîna 14’ê Hezîranê hazirîyê bikin.

Ew wezîrên NATO dê di civînê de ser bûyerên dawî yên li Afganistan û Belarûsê û karên li Afganistanê jî biaxifin.

Wezîr dê di civînê de herwiha ser vîzyona NATO ya 2030’î jî bipeyîvin.

XS
SM
MD
LG