Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Danîna Herêma Bêfirîn ji Esmana Ukrayna re Red Kir


Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg

Hevalbendîya leşkerî ya Rojavayî NATO îro Înîyê daxwaza Ukraynayê ya bo avakirina herêma bêfirîn ya ser esmana wê red kir, lê da zanîn ku wê piştgirîyê zêde bike.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg di preskonferenseke de anî ziman ku NATO bêhêvîtîya Ukraynayê fêm dike û wî êrîşa Rûsya ya dijî Ukraynayê wek "hovane" bi nav kir.

Wî hişyarî da û got ku rewşa herî xirab hîn li pêşîya wan e jiber ku Rûsya çekên giran bêtir bi kar tîne.

Stoltenberg dîyar kir ku herêma bêfirîn tenê bi şandina firokên NATO'yê bo xistina firokeyên Rûsî dibe ku were ava kirin.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku heke NATO vê yekê bike wê rîska zêdebûna alozîyê pir mezin be.

Stoltenberg herwiha ragihand ku ew ne beşeke vê pevçûnê ne.

"Em wek hevalbendên NATO'yê berpirsiyar in ku nehêlin ev şer li derveyî Ukraynayê belav bibe, jiber ku wê rewş pirtir xeter, wêrankar be û wê bibe sedema hîn bêtir êşên mirovî," Stoltenberg got.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiyy bang li hêzên Rojavayî kiribû ku herêma bêfirîn dîyar bikin jiber ku Rûsya bajaran topbaran dike û êrîşê mezintirîn santrala navokî ya Ewrupa dike.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî îro di peyameke vîdyoyî de got ku divê wezîrên derve yên NATO'yê rê nedin Putin ku 'Ukraynayê veguherîne Sûrîyê.'

"Berîya ku dereng be niha tev bigerin," Kuleba li ser Twitterê got.
Rûsya û endamên NATO'yê Amerîka, Brîtanya û Fransa hemû xwedîyê hêzên navokê ne.

"Hevpeyman hevbîr in ku divê balafirên NATO'yê li ser qada esmanî ya Ukraynayê nefirin û ne jî hêzên NATO'yê têkevin nava axa Ukraynayê," Stoltenberg got.

XS
SM
MD
LG