Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Lîtvanya Nauseda: Erdogan Dê Plana NATO Bipejirîne


Serokê Lîtvanya Gitanas Nauseda îro Çarşemê ragihand ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan qayil bû ku plana NATO ya bergirîya Polonya û dewletên Baltik bipejirîne.

“Ev serketineke mezin e, ne tenê jibo welatê me, lê jibo hemî herêmê jiber ku ew ewlehîya hemwelatîyên me misoger dike,” Nauseda di daxuyanîyke nivîskî de got.

Tirkîyê berê ragihandibû ku ewê dijberîya plana NATOyê bike, ger ew Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya hêzên Kurdên Sûrîyê wek terorîst qebûl neke.

XS
SM
MD
LG