Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg dê di 12’ê Çileyê de bi karbidestên Rûsya re bicive.
Reutersê ew agahî bê ku navê wî eşkere bike ji berpirsekî NATO’yê ragihand.
Wî karbidestî da zanîn ku divê Rûsya re dîyalog bi awayekî dualî bimeşe û divê ew fikarên xwe yên ser Ukrayna ji Moskowê re bejin.
Karbidestê NATO’yê dîyar kir ku ewê ser girjîya di navbera Ukrayna û Rûsya de bi hevbendên xwe yên Ewrupî re danûstandinê bikin.