Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Ser Daxwaza Tirkîyê Civîneke Awarte Pêk Tîne


NATO, li ber e îro Sêşemê civîneke awarte pêk bîne ku ketina firoka Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve binirxîne.

Civîna îro li ser daxwaza Enqerê pêk tê û di demjimêr 5ê dema Brukselê, Tirkîyê wê derbarê ketina firoka Rûsî agahî bide endamên NATOyê.

NATO di meha Cotmehê de xema xwe li ser kiryarên Rûsya dîyar kiribû ku gelek caran qada esmanî ya Tirkîyê îhlal dikir.

Piştî wê helwesta êrîşkar ya Rûsya li hember Tirkîyê, Amerîka 6 firokên F-15 ji Brîtanya veguhastibûn Bingeha Esmanî ya Incirlik ya Tirkîyê da ku di parastina sînorên NATO de alîkarîya Enqerê bike.

XS
SM
MD
LG